Li Girê Spî di navbera du komên çekdar de ser derket: Birîndar hene

29 June 2023 18:55 0 dîtin
Li Girê Spî di navbera du komên çekdar de ser derket: Birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 29ê Hezîranê li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, di navbera du komên çekdar de pevçûn derket.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî dane, li gundê Ebû Hemam ê Girê Spî di navbera malbateke ku endamên wê di nav komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ne û çekdarên koma Ehrar Şerqiyê de bi çekên sivik şer derket.

Hatiye ragihandin ku di encama şerê ku sedema wê nehatiye zanîn de 2 çekdar birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya bajêr.

Hêjayî gotinê ye, 26ê Hezîranê jî di navbera çekdarên koma Ketaib El Xetab û Siqûr Şemal de li ser sehrîceke avê şer rû dabû û 2 sivîl û 2 çekdarên koma Ketaib El Xetab birîndar bûbûn.