Efrîn | Di navbera HSD û Komên Çekdar de ser derket: Birîndar hene...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de şer û pevçûn çêbûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê şer di navbera şervanên HSDê û çekdarên koma Hemzat û Emşat de rû da û 3 çekdarên Hemzat û Emşat birîndar bûn.
Li gorî SOHRê 2 roj berê jî, şer di navbera herdu aliyan de li wê herêmê rû dabû û artêşa Tirkiyeyê jî navçeyên HSDê topbaran kiribûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye artêşa Tirkiye û komên çekdar ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagir kirine, lê 12 gundên navçeya Şêrewa di bin kontrola HSDê de mane û gelak caran li wan herêman di navbera aliyan de şer û pevçûn çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin