Li Efrîn û Babê di navbera komên çekdar ser derket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî kuştina rojnamevanê Ereb ê bi navê Ebû Xenûm, di navbera çekdarên Cebha El Şamiyê û El Hemze yên li navenda bajarê Babê yê di bin kontrola Tirkiyê de şer derketiye û şerê wan çekdaran derbasî heta nav gund û navçeyên Efrînê bûye.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku komên çekdar li gundên Basût, Bablît û Tilifê bi çekên navîn û giran şerê hev kirine.
Çekdarên El Hemze bi moşekan erebeya çekdarên Cebha El Şemiyê ya li gundê Basût xistine û 2 kes ji wan kuştine.
Li gorî çavkaniyan, çekdarên Heyet El Şam ku berê bi Cebhet El-Nusra dihat naskirin dergehê gundê Xezewiyê yê Şêrewayê ku herêmên Efrîn ji herêmên Idlibê vediqetîne, girtiye û sewqiyetên leşkerî yên mezin ji Idlibê derbasî Efrînê kiriye.
Heman çavkaniyan daye xuyakirin ku koma Cebha El Şemiya gundên Bablît, Kokebê û Tilifê yên Cindirêsê dorpêç kirine û şerê navbera herdu komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî di navber komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve de, gelek caran ji ber sedemên cuda yên wekî qaçaxçîtî û xenîmetan şer rû dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin