Li Efrîn û Serê Kaniyê di navbera komên çekdar de ser derket

08 July 2022 18:51 0 dîtin
Li Efrîn û Serê Kaniyê di navbera komên çekdar de ser derket

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li nav bajarê Efrînê û Serê Kaniyê yên ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê hatine dagirkirin, komên çekdar pev çûn.

Li gorî SOHRê li taxên bajarê Efrînê di navbera çekdarên Sultan Murad û çekdarên Lîwa El-Şemal û Furqeya 9an de şer derket.

Herwiha hatiye diyarkirin ku li Serêkaniyê jî di navbera çekdarên Furqeya El-Hemzat de şer rû daye û di encamê de hejmarek "Polîsên Leşkerî" birîndar bûn ku ew rakirine nexweşxaneyên Tirkiyê.

SOHRê herwiha daye zanîn ku piştî her du aliyan nakokiyên xwe çareser kirin, şer rawestiyaye, lê di encama şer de malên xelkê herêmê ziyan dîtine.

Hêjayî gotinê ye, gelek caran li herêmên dagirkirî, ji ber malên dizî û talanê di navbera komên çekdar de şer rû dide.