ENKS: Binpêkirinên komên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam dikin

02 June 2020 13:48 0 dîtin
ENKS: Binpêkirinên komên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam dikin

PeyamaKurd  - Derbarê binpêkirinên komên çekdar li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belav kir û tevî şermezarkirina wan binpêkirinan, daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku wan kiryarên komên çekdar ên di derheqê welatiyên Kurd de rawestînin.

ENKS di daxuyaniya xwe de behsa binpêkirinên komên çekdar li Herêma Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê dike û wan binpêkirinan şermezar dike.

ENKS dibêje, binpêkirinên metirsîdar yên komên çekdar li her sê navçeyên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam in, bi taybetî li Herêma Efrînê, ku çekdar kiryarên weke dizî, talankirin, şewitandina mal û dukanan û têkdana baxên zeytûnan dikin.

Komên çekdar hewla guherîna demografiya wan navçeyan didin

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) destnîşan dike, ku komên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hewla guherîna demografiya wan navçeyan didin.

ENKS tekez kir, komên çekdar li hersê navçeyên Herêma Kurdistanê, ku niha di destê wan koman de ne, ciwanan digirin û wan îşkence dikin û jinên Kurd jî direvînin û zindanî dikin.

ENKS dixwaze binpêkirin raswestin û tawankar bên cezakirin

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ENKSê wan kiryarên grûpên çekdar şermezar û prosteto dike, daxwazê ji Civaka Navdewletî û dewleta Tirkiyê dike ku di zûtirîn dem de, wan binpêkirinan rawestînin û tawankaran dadgehî û ceza bikin.

ENKS her wiha daxwaz dike ku komên çekdar ji navçeyên niştecîbûnê û bajar û bajarokan derkevin.