ENKS li ser rewsa Efrînê: Ew komên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin

15 October 2022 09:59 0 dîtin
ENKS li ser rewsa Efrînê: Ew komên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin

PeyamaKurd – Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, li ser şerên vê dawiyê yên Efrînê daxuyaniyek belav kir û got: “Ew komên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin.”

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) hat kontrolkirin û çekdarana piştî kontrolkirinê berê xwe dan bajarê Ezazê û li gor agahiyan, li ser rêya Efrîn - Ezazê şerekî giran derketiye.

ENKS do Înê 14ê Cotmeha 2022an daxuyaniyek li ser rewşa Efrînê belav kir û da zanîn, komên çekdar bajarê Efrînê, bajarok û gundên wê ji xwe re kirine meydana şer da ku dest deynin ser navçeyê û binpêkirinên zêdetir di heqê xelkê de encam bididn. Ya ku rewş xerabtir kiriye ew e ku Desteya Tehrîr el-Şam ku rêkxistineke terosîtî ye, ji bo piştevaniya Hemze û Emşat bajarê Efrînê û çend navçeyên din kontrol kirin, vê yekê jî xelkê navçeyê tirsandine û ziyan gihandine xelkê sivîl.

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de vî şerî protesto dike û tîne ziman, “Ew komên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin û daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên peywendîdar bi taybetî Tirkiyê ku navçe kontrol kiriye, bi berpirsyaretiya xwe rabe ji bo ku operasyonên xwe rawestîne û komên çekdar ji bajar û bajarok û gundên Efrînê derxîne, herwiha Cebhet Nusre ya terorîst, ji tevahiya Efrînê derxe û gerentiya vegera ewle ya xelkê ji bo navçeyên xwe bike.”

Hat ragihandin ku li Ezazê alîgirên ser bi Feyleqa Sêyem ya Cebhe Şamiye ve, li dijî hatina Desteya Tehrîr el-Şam û serkrideyên Ebû Mihemed el-Colanî derketin û bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe nîşan dan.