Li Serêkaniyê di navbera HSDê û komên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

01 August 2020 16:57 0 dîtin
Li Serêkaniyê di navbera HSDê û komên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

PeyamaKurd – Li bajarê Serekaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, li nêzî gundê Harmalah, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûnên giran derket. 

Li gor ragihandinan, di danê sibê, li çolwara Serekaniyê li nêzî gundê Harmalah di navbera HSDê û komên girêdayî Tirkiyê de şerekî giran derket.

Herwiha li gor çavkaniyên herêmê ji PeyamaKurd re ragihand, di şer de mîtralyozên giran û ekîpmanên bomberdimana hatiye bikaranîn lê di encamê de tu ziyanên canî çênebûne.

Di rojên borî de, komên girêdayî Tirkiyê li Hesekê, Til Temira tênişta rêya M4 ya navneteweyî û gundên derdorê kiribû armanc û bomberdiman kiribûn. Di encamê wê êrîşê de j3i tu ziyanên canî çênebûbû.