SOHR: Li dorûbera çemê Firatê di navbera HSDê komên ekdar de ser derket
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajaroka Zagir Cezîre ya rojhilatê Dêrazorê di navbera çekdarên bi ser Tirkiyê ve û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de şer derket.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di şerê ku piştî bicihbûna hêzên HSDê li bajaroka Cezîre ya dikeve rojavayê Çemê Firatê rû daye de endamekî HSDê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, Rojhilatê Firatê di bin kontrola HSDê de ye û rojavayê wê jî di bin kontrola komên çekdar de ye ku gelek caran di navbera herdu aliyan şer rûdide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin