Cesedê zilamekî di Çemê Firatê de hat dîtin

20 July 2024 19:50 0 dîtin
Cesedê zilamekî di Çemê Firatê de hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li Navça Bîrecikê cesedê zilamekî di Çemê Firatê de hat dîtin. Li ser agahdarkirina polîsan tîmên polîsan çûn ciyê bûyerê û dîtin ku ew kes jiyana xwe ji dest daye.

Li gor ragihandina bûyerê; hemwelatiyên ku dîne cesedê kesekî bi ser avê ketiye, agahiyê dane polîs û tîmên tenduristiyê. Polîs bi alîkariya botê cesed ji avê derxistiye. Piştî kontrola tîmên tenduristiyê, hat fêmkirin ku zilam jiyana xwe ji dest daye.

Li gor tesbîta nasnama kesê candayî, navê wî Ali Sinan Ekmen e, li bajarê Entabê li navça Şahinbey dimîne. Piştî otopsiyê cenaze birin morga Tib a Edlî. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.