Cesedê Sedat Karagöz ê di çemê Dîcle de wenda bû, hat dîtin
PeyamaKurd - Li bajarê Amedê li navça Sûrê agahî dabûn hêzên ewlehiyê ku kesê bi navê Sedat Karagöz ê 48 salî di çemê Dîcle de wenda bûye û piştî gera lê ji aliyê AFADê, polîs û tîmên tenduristiyê de, cesedê wî dîtin. Karagöz li dora Kırklardağıyê wenda bûbû û xeberê dabûn polîsan.
Tîmên navborî di çem de lê geriyan û di encamê de cesedê wî dîtin. Cesed, bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Selahattin Eyyubi.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin