Pêsniyara sermayedarekî Kurd ji bo "li ser çemê Dîcleyê bendav bê çêkirin"
PeyamaKurd - Sermayedarekî Kurd diyar kir ku ew ji bo avakirina 9 bendavan li ser çemê Dîcleyê projeya nû amade dikin û ji bo parastina gelek herêmên Zaxo û Bakur ji lehiyan divê di zûtirîn demê de ev proje were cîbicîkirin.
Abdullah Erzakçi hişyarî da ku di dema erdhejê de şêniyên li ser çem di bin avê de bin û wiha got: “Eger erdhejek çêbibe dibe ku Bismil, Hesenkêf, Silopî û Zaxo di bin avê de bin. Ev yek wê bibe sedema windahiyên giran.”
Erzakçi diyar kir ku ev proje wê ji bo pêşîgirtina li karesatan bibe alîkar û got, "Di heman demê de wê zêdetir av bigihîje Herêma Kurdistanê û Iraqê, wê sektora çandiniyê vejîne û wê bi kêrî sektora geştiyariyê were."
Çemê Dîcleyê ku 2800 km dirêj e û ji Tirkiyeyê derdikeve, wekî çemê herî dirêj ê Rojhilata Navîn tê zanîn. Li Tirkiyeyê li ser çemê navborî 6 bendavên mezin û bi dehan projeyên hîdroelektrîkê hatin çêkirin.
Li gorî lêkolînên li ser çemê Dîcleyê di saniyeyê de 30 metrekup av tê îsrafkirin.
Rêveberê Projeya Çemê Dîcleyê Hasan Gulenç derbarê projeyê de wiha got:
“Projeya Dîcle sûdê dide pêşketina herêmê. Piştî vê projeyê wê Bendava Avê ya Îliç û Bendava Cizîrê bê çêkirin. Lê ji van ya herî girîng Bendava Diyarbekirê ye.”
Projeya ku wê kar ji bo 10 hezar kesî peyda bike û ava bênavber bide Herêma Kurdistanê, wê sektora çandiniyê li Diyarbekir û Herêma Kurdistanê zindî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin