Cendekê hemsîreya wenda di Çemê Dîcleyê de hat dîtin
PeyamaKurd – Cendekê hemşîreya Selen Nayciyê ya li navçeya Cizîrê ya Şernaxê wenda bûbû, di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.
Hat ragihandin ku xizmên hemşîre Selen Nayciyê ku duh wenda bûbû, tîmên AFADê agahdar kiriye.
Piştî ku diyar bû herî dawîn li keviya Çemê Dîcleyê hatiye dîtin û li keviya çêm kelûpelên wê yên şexsî hatin peydakirin, ekîba îtafiye û ya AFADê çem saxtî kirin.
Lê ji ber ku bi ser wê ve nebûn, îcarê ekîbên Midîriyeta Şaxa Deryayî ya Tetwanê ya, Midîriyeta Polîsan a Bedlîsê û ekîbên AFAD û Parastina Binê Avê ya Cendirmeyan (SAS) ên Diyarbekirê ji bo tev li xebatan bibin, hatin Cizîrê.
Xebatên lêgerînê danê sibê dîsa dest pê kirin. Di encama xebatê de cendekê Selen Nayciyê di derdora seat 11.00an de di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.
Hat ragihandin ku cendekê wê rakirin morgê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin