Di Çemê Dîcleyê de meytê mêrekî hat dîtin

26 February 2024 09:00 0 dîtin
Di Çemê Dîcleyê de meytê mêrekî hat dîtin
PeyamaKurd – Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, di çemê Dîcleyê de meytê zilamekî hat dîtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Welatiyan li Taxa Dumlupınar li kêleka Çemê Dîcleyê kesek di nav avê de bêtevger dîtin.

Meytê mêrê ku di encama xebatên ekîbên pêwendîdar ên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin de ji çem hat derxistin, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.