Wan | Meytên jin û mêrekî koçber ên ji ber sermê can dane hatin dîtin
PeyamaKurd – Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, meytên du kesên ji ber sermayê can dane hatin dîtin.
Li gor zanyariyan, li Taxa Amanyurt a ser bi navçeya Serawê ya parêzgeha Wanê, meytên jin û mêrekî koçber ku qerisîne hatine dîtin.
Tê pêşbînikirin ku her du koçberên can dane, xelkê Efxanistanê bin, lê heta niha nehatiye piştrastkirin û tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Li gor amaran di 2 mehên dawî de li sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê herî kêm 8 koçberan ji ber sermayê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin