Deryaya Spî | 2 botên koçberan noqav bûn: Meytên 15 kesan hatin dîtin

06 October 2022 13:01 0 dîtin
Deryaya Spî | 2 botên koçberan noqav bûn: Meytên 15 kesan hatin dîtin

PeyamaKurd – Li nêzîk Girava Lesbosê ya Yûnanê li Deryaya Spî 2 botên koçberan ku nêzî 40 kes tê de bûn noqav bûn û di encamê de meytên 15 kesan hatin dîtin.

Li gor hêza ewlekariya peravê ya Yûnanistanê îro danê sibê bi daxuyaniyekê diyar kir, 2 botên koçberan ku nêzîkî 40 kes tê de bûn li nêzîk girava Lesbosê noqav bûn.

Hat eşkerekirin ku herî kêm meytên 15 kesan hatin dîtin û gelek kes jî wenda ne.