Meytên 21 koçberan di Deryaya Egeyê de hatin dîtin
PeyamaKurd – Meytên 21 koçberên ku di destpêka vê hefteyê de hewl dan bi keştiyê Deryaya Egeyê derbas bikin, ji aliyê Hêzên Sînorparêz ên Yûnanîstanê ve li girava Evia hatin dîtin.
Li gor zanyariyan, roja 1ê Mijdarê keştiya ku tê de 68 koçber hebûn li tengava Kafîreyê ya Deryaya Egeyê, ji ber bahoz û rewşa xerab a hewayê, binav bûbû.
Herwiha Hêzên Sînorparêz ên Yûnanîstanê meytên 21 koçberan, li girava Evia dîtin.
Koçberên rizgarkirî diyar dikin ku hîn çarenivîsa 7 kesên din ên di wê keştiyê de bûn nediyar e.
Medyaya Yûnanîstanî jî gotibû, ew keştiya koçberan ji bajarê Îzmîrê bi rê ketibû û tê de koçberên Îranî, Afxanî û Misirî hebûn.
Hat ragihandin ku meytekî din jî li girava Samosê hat dîtin, li wî cihê ku Pasewanên Sînor ên Yûnanîstanê di destpêka vê hefteyê de 12 koçberên neyasayî di qeyikeke din de desteser kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin