Li peravên Tûnisê meytên 15 koçberan hatin dîtin
PeyamaKurd – Li Derya Spî, li peravên Tûnisê meytên 15 koçberan hatin dîtin.
Ajansa fermî ya Tûnisê diyar kir, cenaze ji ber mayîna wan a dirêj a di behrê de deforme bûne û li gorî lêkolînên ewil cenaze yên kesên ji Afrîkayê yan jî ji welatên din in.
Wezareta Karên Hundir a Tûnisê da zanîn, di sala 2021an de 20 hezar û 616 koçberên neqanûnî hatine binçavkirin ku 10 hezar û 371 ji wan ji Afrîkaya bin Sahrayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin