Li peravên Tûnisê cenazeyên 1290 penaberan hatin derxistin

30 September 2023 15:32 0 dîtin
Li peravên Tûnisê cenazeyên 1290 penaberan hatin derxistin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tunisê ragihand ku ji destpêka îsal heta 18ê Îlonê cenazeyên hezar û 290 penaberan li beravên Tunisê hatine dîtin û derxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tunisê El Feqî, yekîneyên ewlehiya deryayê yên Tunisê 5 hezar û 609 hewldanên derbaskirina sînorê ber bi beravên Ewropayê ve têk birine û 19 hezar û 33 kes jî hatine rizgar kirin.

El Feqî ragihand ku 909 navbeynkar û kesên kiryarên koçberiya nefermî pêk tînin hatine girtin û 824 keştî hatine desteserkirin.

El Feqî daye zanîn ku ji destpêka îsal heta 18ê Îlonê cenazeyên hezar û 290 penaberan li beravên Tunisê hatine derxistin ku piraniya wan koçberên ji welatên cuda bûne..

Di rapora komîsyona koçberan a Neteweyên Yekbûyî de jî hatibû ragihandin ku ji destpêka salê heta 24ê Îlonê zêdetirî 2 hezar û 500 koçber di deryaya Spî de yan mirine yan jî winda ne.