Li peravên Antalyayê tekneya penaberan noq bû: 45 kes winda ne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku161 mîl li rojavayê başûrê navçeya Kaş a Antalyayê tekneyeke penaberan a 45 kes tê de bûn, binav bû.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye ku li gor agahiyan doh êvarê 161 mîl li rojavayê başûrê Kaşê ku nêzî 60 mîlî dikeve başûrê Girava Kerpeyê tekneyeke ku 45 kes tê de bûn noqî deryayê bûye.
Hat diyarkirin 2 firqateyn û balafireke qereqola behrê ya Fermandariya Hêzên Deryayî ya Tirkiyê, xebatên xilaskirin û lêgerînê dikin.
Piştî noqbûna keleka penaberan herêma bûyerê weke "herêma lêgerîn û rizgarkirinê" hat ragihandin û keştiyên li herêmê hatin agahdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin