Li peravên Yûnanistanê belema koçberan noqav bû: Bi dehan kes winda ne

22 December 2021 17:28 0 dîtin
Li peravên Yûnanistanê belema koçberan noqav bû: Bi dehan kes winda ne

PeyamaKurd – Belemeke koçberan li peravên giraveke Yûnanistanê binav bû, kesekî can da û bi dehan koçber jî winda ne.

Hat ragihandin ku îro 22yê Kanûnê roja Çarşemê li peravên girava Folegandros a Yûnanistanê belemeke koçber tê de bûn noqî deryaya Spî bû û di encamê de, kesekî can da û bi dehan kes jî winda ne.

Rojnameya The Guardian a îngilîzî ragihandiye, Hêzên Ewlekariya Peravên Yûnanistanê gotine, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termê koçberekî hatiye dîtin.

Herwiha Ewlehiya Peravên Yûnan jî ragihandiye, 32 kes di wê belema noqavbûyî de hebûne û ji wan 12 kesên ku guman heye ji Iraqê ne, hatine rizgarkirin û ew birine girava Santorini.

Li gorî hinek zanyariyan jî di belema noqbûyî de 50 kes hebûn. Hat ragihandin ku niha bi alîkariya keştiyên rizgarkirinê û helîkopteran lêgerîna koçberan dewam dike.