Li Derya Sipî belema koçberan noqav bû: 14 kes hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Dîdîm a Aydinê, belema lastîkî ya koçberên ku dixwestin biçin Yûnanistanê noqav bû, 14 koçberên tê de hatin rizgarkirin.
Belema koçberan a lastîkî, ji ber keşûhewayê nexweş noqav bû. Di belemê de 7 zarok, 5 jin û 2 zilam hebûn.
14 kesên hatin rizgarkirin, bi ambulansan Nexweşxaneya Dewletê ya Dîdîmê. Hat zanîn ku rewşa tendirûstiyê ya koçberan baş e.
Ji hêla din ve, hêjayî gotinê te ku komeke din a koçberan ku ji 69 kesan pêk dihat, ji aliyê Tîmên Ewlekariya Qeraxan ve ji deryayê hat derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin