Li nêzîkî Yûnanistanê belemek koçberan noqav bû: Bi dehan kes xeniqîn

02 November 2022 10:31 0 dîtin
Li nêzîkî Yûnanistanê belemek koçberan noqav bû: Bi dehan kes xeniqîn

PeyamaKurd –  Li nêzîkî axa Yûnanistanê, belemek koçberan noqav bû û di encamê de bi dehan kes xeniqîne, 10 koçber jî hatin rizgarkirin.

Li gor nobedarên peravê yên Yûnanîstanê diyar kirin, ew li dehan koçberan digerin. Dibe ku ew koçber, piştî keştiya wan li nêzî girava Eviya noqav bû, ji ber hewaya xerab xeniqîbin.

Herwiha Berdevkê Parastina Peravên Yûnanistanê da zanîn, tenê 10 koçber ji boteke ku li nêzîkî Yûnanistanê noqav bû hatin rizgarkirin û di heman demê de tê texmînkirin ku di keştiyê de 68 koçber hebûn.