Li Egeyê belemeke koçberan a Kurd jî tê de hebûn noqav bû: 4 mirî hene
PeyamaKurd – Piştî ku roja 21ê Kanûnê belemeke koçberan li nêzî giravên Yûnanistanê noqav bû û herî kêm kesek di encamê de miribû, şeva borî belemeke din a penaberan li peravên Yûnanê yên Derya Egeyê noqî avê bû.
Li gorî zanyariyan di wê belemê de nêzîkî 100 kes hebûn û hejmarek ji wan jî Kurd bûn ku belem beriya bigihîje peravê li nav Derya Egeyê noq bûye û bi rêya telefonan hawarî xwestine.
Polîsê Peravên Yunanistanê ragihandiye, bi sedema noqbûna belemeke koçberan li giravekê li bakurê Yûnanistanê herî kêm 4 koçberan can daye û nêzîkî 90 koçber jî li giravê asê mane.
Tîmên hawarçûnê yên Yunanistanê û polîsê sînorî ji ber rewşa xirab a keşûhewayê, heta niha nekarîne koçberên li giravê asê mane veguhêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin