Belema ku koçberên Kurd jî tê de hebûn noq bû: 3 cenaze derxistin, 25 winda ne
PeyamaKurd – Li nêzîkî girava Samosê ya Yunanistanê belemeke 33 koçber tê de bûn noq bû ku tenê 5 kes hatine rizgarkirin.
Hate zanîn ku belema koçberan a 33 kes tê de bûn, îro danê sibehê li nêzîkî girava Samosê ya Yunanistanê binav bûye.
Li gorî zanyariyên berpirsên Yunanistanê, îro 23yê Îlonê saet 09:30î li deryaya Egeyê nêzîkî girava Samosê belemeke koçberan ku ji Tirkiyeyê diçû Yunanistanê noq bûye û hejmarek koçber xeniqî ne.
Hêzên ewlehiya peravên Yunanistanê gihîştine bûyerê û ji 33 rêwiyan tenê 5 kes rizgar kirine ku termê 3 kesan ku jin bûn ji deryayê derxistine.
Lêgerîna 25 kesên din ji aliyê hêzên Yunanistanê ve dewam dike ku dibe hejmarek ji wan koçberên winda Kurd bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin