Cenazeyên 16 koçberên Kurd bi axê têne spartin

26 December 2021 13:07 0 dîtin
Cenazeyên 16 koçberên Kurd bi axê têne spartin

PeyamaKurd – Cenazeyên 16 koçberên Kurd ên li 24ê Mijdarê li Derya Manşê (Kanala Îngilîz) a di navbera Fransa û Brîtanyayê de xeniqîbûn îro Yekşemê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê.

24ê Mijdarê ya belemeke koçberan li Kanala Îngilîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê de noqî avê bûbû û 27 koçberan can dabû ku 17 ji wan Kurd bûn. Di wê bûyerê de tenê 2 kes rizgar bûnbûn ku yek ji wan Kurd bû.

Hat zanîn koçberên Kurd ku termên wan vegeriyane Kurdistanê ji Raparîn, Zaxo, Soran, Derbendîxan û Hewlêrê ne û wê îro Yekşemê cenazeyê wan bi merasîmên olî bi axê bêne spartin.