Vegerandina cenazeyên koçberên Kurd hat taloqkirin

25 December 2021 12:29 0 dîtin
Vegerandina cenazeyên koçberên Kurd hat taloqkirin

PeyamaKurd – Vegerandina cenazeyên koçberên Kurd ên ku di navbera Fransa û Brîtanya de xeniqîbûn, hat paşxistin.

Li gor Şêwirmendê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yê Kurdistanê Helgord Salehî diyar kiriye, biryar bû îro cenazeyên 16 koçberên Kurd ên xelkê Herêma Kurdistanê ku di navbera Fransa û Brîtanya de xeniqîbûn, vegerînin Kurdistanê lê ji ber rewşa xerab a hewayê hat paşxistin.

Helgord Saleyî eşkere kiriye, balafira ku wê cenazeyan veguheze Hewlêrê, wê îşev di saet 01:00an de bikeve rê.

Vegerandina cenazeyên wan koçberên Kurd, li ser erk û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê kirin.

Roja 24 Mijdara sala 2021 qayîka koçberan li nav ava kanala Manş, ku dikeve navbera Fransa û Brîtanya, ketibû binê avê û ji 33 koçberan tenê 2 kes rizgar bibûn.

Di nav yên xeniqî de, 16 kes welatiyên Herêma Kurdistanê bûn.