Cenazeyên 4 koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin
PeyamaKurd – Li ser rasperde û erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cenazeyên 4 koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên li Kroatyayê di bûyereke trafîkê can dabûn, bo Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin.
Li Kroatyayê, roja 22ê Adarê kamyonek koçberan ku xwe tê de veşartibûn ji rê derketibû û qulibî bû. Di encama bûyerê de, 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê can dabûn û 24 jî birîndar bûbûn.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derbarê wê de bi daxuyaniyekê diyar kir: “Mixabin, di encama bûyereke trafîkê de li Kroatyayê, çar penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê can dan û hin penaberên din jî birîndar bûn. Tevî serxweşiya me ji malbatên wan re û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re, li ser rasperde û erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê cenazeyên her çar penaberan bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin û pişt re jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin rêkirin û li axa xwe werin veşartin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin