Gellek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Cezayîrê asê mane

23 June 2024 23:42 0 dîtin
Gellek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Cezayîrê asê mane

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku gellek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin bi ser Cezayîrê biçin Ewropayê, li Cezayîrê asê mane. Hejmara Kurdên ku asê mane nehate zanîn.

Jêderên ji Rûdawê re axivîn dane zanîn ku ew Kurdên li Cezayîrê asê mane piraniya wan ji bajarê Kobanî yê Rojava ne.

Jêderan ragihand ku ew Kurdên Rojava ku li Cezayirê asê mane, gelekî caran hewl dane derbazî Ewropayê bibin, lê belÊ hewlên wan bêencam mane.

Hate zanîn ku ji wan Kurdan 19 kes, li peravên Cezayirê ji aliyê polêsan ve hatine girtin û yên din jî ti rêyeke wan a vegerê nemaye.

Li gorî agahiyên ku yek ji wan penaberan daye, wê Cezayîr penaberan radestî Lubnanê û Libnan jî radestî Sûriyeyê bike.

Koçberê bi navê Mistefa Mihemed da zanîn ku 19 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê dema xwestine biçin Ewropayê, keştiya wan xera bûye û ew ji aliyê hêzên Cezayîrê ve hatine girtin.