Agir bi kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê ket: Zarokekê can da

08 September 2023 18:23 0 dîtin
Agir bi kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê ket: Zarokekê can da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Înê 8ê Îlonê li Kampa Berdereşê ya girêdayî navçeya Akrê, agir bi konekî koçberan ket û di encamê de zarokeke biçûk can da.

Rêveberê Parastina Sivîl a Akrê Îbrahîm Ferîq ji Rûdawê re eşkere kir: “Navê wê zarokê Ronya Hesen Mûsa ye û yek û nîv salî ye, ji ber dereceya giran a şewatê can daye.”

Îbrahîm Ferîq da zanîn, li gorî lêkolînên destpêkê, şewat ji ber sîgortaya elektrîkê derketiye.

Hêjayî gotinê ye, Kampa Berdereşê dikeve başûrê Akrê û koçberên Rojavayê Kurdistanê tê de dimînin ku ji sala 2019an piştî êrîşên Tirkiyê yên ser Serê Kaniyê û Girê Spî koçî Herêma Kurdistanê bûne.