Li Akre agir bi dibistaneke koçberên Rojavayê Kurdistanê ket
PeyamaKurd – Li qezaya Akrê ya Herêma Kurdistanê, agir bi dibistaneke koçberên Rojavayê Kurdistanê ket û di encamê de beşek ji dibistanê şewitî, lê ti zirarên canî çênebûn.
Li gor zanyariyan, êvara roja Pêncşemê agir bi wê dibistana taybet a xwendekarên koçberên Rojavayê Kurdistanê ketiye.
Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Duhokê Bêwar Ebdulezîz diyar kiriye: “Dibistana ku agir pê ketiye, li Kampa Kela Akrê ye û ya xwenekarên koçberên Rojavayê Kurdistanê ye.”
Bêwar Ebdulezîz eşkere kir: “Di şewatê de tenê odeya mamosteyan şewitiye û kes jî tê de nebûye, lewra ti zirarên canî nînin.”
Mamosteyekî wê dibistanê ji Berevaniya Sivîl a Akrê re gotiye, sedema derketina agir kontakta elektrîkê bûye, lê belê Berdevkê Berevaniya Sivîl a Duhokê dibêje, wan komîteyeke lêkolînê pêk aniye, da ku sedema bûyerê diyar bikin û paşê ew dê encamên lêkolîna xwe radestî Perwerdeya Akrê bikin.
Nêzîkî 240 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê di nava 10 kampên Herêma Kurdistanê de dijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin