Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê agir bi kampa koçberan ket

10 August 2020 11:15 0 dîtin
Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê agir bi kampa koçberan ket

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, agir bi kampeke koçberan ket û bi dehan çadir şewitîn.

Şeva borî agir bi kampa Erîşe ya koçberan ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ket.

Di şewata ku ji ber teqîna piremêza neftê derketiye de, herî kêm 30 çadir şewitîn.

Kampa Erîşe bi 30 kîlometriyan dikeve başûrê bajarê Hesekê û zêdetirî 14 hezar aware û koçber tê de dijîn.

Beşek ji nîştecihên wê kampê, ji gundewarên Dêrazor û Reqayê ne û bi sedema ku mal û warên wan li navçeyên di bin desthilata rêjîma Sûriyê de ne, nikarin vegerin.

Herwiha piştî êrişên Cotmeha sala borî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, 7000 koçberên ji kampa Mebrûka ya li Serê Kaniyê û Kampa Eyn Îsa di kampa Erîşa de bi cih bûne.