Hesekê | Agir bi kampa Wasûkanî ket: 2 zarokan can da

07 August 2022 14:08 0 dîtin
Hesekê | Agir bi kampa Wasûkanî ket: 2 zarokan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din agir bi Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ket.

Li gorî zanyariyên xwecihî, agir bi konekî koçberan ketiye û 5 konên din jî şewitîne.

Hat diyarkirin ku di şewatê de 2 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dane.

Li Kampa Waşûkanî koçberên bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatibû dagirkirin dimînin.