Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê agir derket
PeyamaKurd – Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, agir bi çadirên malbatên DAIŞ ket.
Li gor zanyariyan, do agir di nava Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê de derket û di encamê de, hejmarek çadir şewitîn.
Herwiha hat zanîn, agir di nava beşê 2 yê Kampa Holê çêbûye, ew beş cihê malbatên çekdarên DAIŞê ye û di encamê de 13e çadir şewitîn û ziyan tenê madî bûn.
Agir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Asayîş) ve hate vemirandin.
Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 56 hezar kesan vedhewîne, ji wê hejmarê nêzîkî 8 hezar û 500 ji jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin