Aleke terorîstên DAISê li Kampa Holê ya Hesekê hat bilindkirin

27 September 2022 10:00 0 dîtin
Aleke terorîstên DAISê li Kampa Holê ya Hesekê hat bilindkirin

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya Hesekê, piştî çend rojan ji bidawîbûna operasyona li dijî endamên DAIŞê, alek hat bilindkirin.

Li gor di vîdyoyekê de tê xuyanî, di beşa 5em a Kampa Holê ya li Hesekê ku jinên koçber lê dimînin, ala çekdarên DAIŞê li ser depoyeke avê hatiye hildan.

Hat ragihandin ku medya ser bi Rêveberiya Xweser belav kiriye, do 25ê Îlonê, saet 06.30yan de jinên DAIŞê al li ser depoyeke avê hildane.