HSD: Li Kampa Holê saneya DAISê hate hilwesandin

29 October 2024 18:51 0 dîtin
HSD: Li Kampa Holê saneya DAISê hate hilwesandin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) roja sêşemê li kampa Holê operasyoneke ewlekariyê li dijî şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî hêzan cihê endamên şaneyê û çalakiyên wan tespît kir û şopand, cihê veşartina wan dorpêç kir û ew girtin.

Hate diyarkirin ku kesên bi navên Xalid Mehmûd Elî yê ji bajarê Hedîse yê Enbar a Iraqê û Ebdullah Cemal Xelef ê ji bajarê Remadî yê Enbarê hatin girtin.

Hate ragihandin ku herdu DAIŞî li Iraqê tevlî DAIŞê bûne û ji bo tawanên terorê bikin derbasî xaka Sûriyeyê bûne. Heman kesan tevî berdewamkirina çalakiyên xwe, li kampa Holê weke şêweya şaneya terorîst a veşartî, gelek tawan kirine. Şaneyê hewldana revandina malbatên DAIŞê dikir û li ser belavkirina fikrên tundraw çavdêrî dikir.