Li Kampa Holê berpirsê DAISê yê perwerdeya zarokan hate girtin
PeyamaKurd – Di operasyona hêzên Rojavayê Kurdistanê de ku hefteyek e dewam dike, li Kampa Holê berpirsê DAIŞê yê belavkirina tundrewiyê di nava zarokan de hate girtin.
Hate ragihandin ku hêzên beşdarî qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ bûne di serdegirtinekê de endamekî DAIŞê girtin ku navê wî Ebû Ebdulmecîd e û berpirsê belavkirina fikrê tundrewiyê di nava zarokên Kampê de ye.
Herwiha hate diyarkirin, têkiliya wî kesî bi DAIŞiyên li derveyî kampê re jî hebû.
Qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ku bi serpereştiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji 27ê Çileyê ve dest pê kiriye berdewam dike û heta niha gelek şaneyên veşartî yên nav Kampa Holê hatine jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin