Li kampa Holê ya Hesekê ciwanek kustî hat dîtin

25 March 2021 14:29 0 dîtin
Li kampa Holê ya Hesekê ciwanek kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, do bi şev termê ciwanekî hat dîtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî dan zanîn, hêzên asayişê termê kesekî ku temenê wî li jêr 18 salan e, li nav kampê dîtin.

Heman çavkaniyan diyar kirin, ew kesê kuştî xelkê parêzgeha Dêrezorê ye û berê endamê DAIŞê bûye.

Zanyarî destnîşan dikin, ew kesê kuştî wekî pasevanê dibistanekê di nav kampê de kar dikir û bi çend guleyan hatiye kuştin. Paşê hatiye serjêkirin.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê mezintirîn kampe li bakur û rojhilatê Sûriyê. Piştî bidawîhatine şerê Baxozê li dijî çekdarên DAIŞê, jin û zarokên çekdarên DAIŞê di nava kampa Holê de hatin bicîkirin.