Li Kampa Holê ya li Hesekê du keçên Kurdên Êzîdî hatin rizgarkirin

03 November 2022 12:00 0 dîtin
Li Kampa Holê ya li Hesekê du keçên Kurdên Êzîdî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya li Hesekê, du keçên Kurdên Êzîdî ku xwişkên hev in û ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyan, do Çarşemê 2yê Mijdara 2022yan, du keçên Êzîdî ku li Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê girtî bûn, hatine rizgarkirin.

Hat zanîn, navê yek ji wan xwişkên ku hatine rizgarkirin Aliye Xelef Xidir e, di sala 2012an de li gundê Solax a Şingalê ji dayîk bûye 10 salî ye, ya din jî Nîdal Xelef Xidir e, ew jî di sala 2009an de li gundê Solaxê ji dayik bûye û 13 salî ye.

Ew her du xwişk roja 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin.