Li Kampa Holê ya Hesekê saneyeke DAISê hat girtin

26 July 2021 17:31 0 dîtin
Li Kampa Holê ya Hesekê saneyeke DAISê hat girtin

PeyamaKurd - Hêzên Asayîşê yên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê şaneyeke DAIŞê girt ku destê wan di kuştin û tawanên di nav kampê de hebûye.

Hat ragihandin ku ev operasyona Asayîşê piştî ku 3  kesên Iraqî yên di kampa Holê de hatin kuştin hat kirin.

Çavkaniyeke ji Rêveberiya Kampa Holê daye xuyakirin ku 3  kes hatine girtin ku berpirsê wan tawanane ku di beşa yekem a kampê de hatine kirin.

Li Kampa Holê zêdetirî 62 hezar kes dijîn ku %90ê wan jin û zarokên malbatên DAIŞê ne.

Tenê ji destpêka îsal heta niha 70 kes di nava wê kampê de hatine kuştin.