Tirkiyê malbatek DAISê ji kampa Holê ya Hesekê revand

18 July 2020 13:49 0 dîtin
Tirkiyê malbatek DAISê ji kampa Holê ya Hesekê revand

PeyamaKurd - Dewleta Tirkiye malbateke DAIŞê ya li nav kampa Holê revand. MÎTa Tirkiyê jî vê bûyerê piştrast dike.

Li gor Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, jinek DAIŞê û zarokên wê, ji nav kampa Holê ya Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hat revandin.

Rêveberiya Rojava da zanîn, revandina malbatên DAIŞî ji aliyê Tirkiyê ve nîşan dide ku dewleta Tirkiyê piştevaniya DAIŞê dike û dixwaze ewlehiya deverê bixe metirsiyê.

Ji aliyekî din, medyaya Tirkiyê bi belavkirina wêneya wê jinkê û zarokên wê, ji zarê berpirsên îstixbarata wî welatî (MÎT) piştrast kirine ku jineka DAIŞî bi navê Natalya  Barkala û 4 zarokên wê ji aliyê wan ve hatine revandin.

Li gorî agahiyên medyaya Tirkiyê, ew jinik û zilamê xwe yê Sûrî sala 2013 “bo bazirganî û ticaretê” çûne Sûriyê!

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan “bi rêk û şêwazên taybet” ew malbat “rizgar” kirine.