Operasyona Kampa Holê bi dawî bû: 85 girtî, 2 kustî, gelek cebilxane…
PeyamaKurd – Operasyona ser Kampa Holê ku 27ê Çileyê dest pê kiribû hate bidawîkirin. Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk, îro 6ê Sibatê bi daxuyaniyekê, bîlançoya qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li ser Kampa Holê ya malbatên DAIŞê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê di encama operasyona 27ê Çileyê dest pê kiribû de, 85 çekdarên DAIŞê hatin girtin, gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin û tunelên DAIŞê hatin rûxandin.
Hate diyarkirin ku di operasyonê de, berpirsê yekser ê belavkirina fikrên tundraw, derxistina fetwayên qetilkirinê û gefxwarinên li niştecihên kampê ˊEbî Ebdulhemîdˊ jî hatiye girtin.
Dîsa li gorî daxuyaniyê, berpirsê şaneyên DAIŞê yên li kampê û derveyî wê, tevî çekdarekî pê re hatine kuştin.
Herwiha keçeke êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto hat rizgar kirin ku DAIŞê ew 10 sal berê revandibû.
Hate ragihandin, hêzên di operasyonê de beşdar; 8 çekên kalaşînkov, 4 mayîn, 2 kemer, 7 bombeyên destan, 25 fuya, guleyeke bisfingê, miqdareke cebilxane û pêdiviyên leşkerî, miqdareke madeyên hişbir û 5 tunel dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin