Operasyona Kampa Holê ya besa yekê bidawî bû: Yek jê berpirs 9 DAISî hatin girtin

29 March 2021 19:58 0 dîtin
Operasyona Kampa Holê ya besa yekê bidawî bû: Yek jê berpirs 9 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên HSD, YPG û Asayîşê yên Rojavayê Kurdistanê ku beşdarî Kampa Holê ya bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ bûne, operasyonên xwe yên li beşa yekemîn a kampa Holê ku penaberên ji Iraqê lê dimînin, bi dawî kirin û belgeyên 4 hezar û 86 kesên ku di vê beşê de dimînin jî nû kirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Elî Hesen ragihand, hêzên wan operasyonên xwe li beşa yekemîn bi dawî kirine û dê operasyon li beşên din ên kampê dest pê bike.

Elî Hesen got: "Hêzên me 9 kesên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dihatin xwestin, girtin ku kesê bi navê Ebû Seîd El-Iraqî jî heye. Herwiha îro hejmareke mezin ji kesên gumanbar girtin. Lêpirsîn bi wan re didome û detayên kesên hatine girtin, dê piştre bên eşkerekirin."

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daye xuyakirin: "Îro me hin alavên taybet ên DAIŞê dîtin. Herwiha tuneleke ku li hundirê konekî dihat amadekirin, hate dîtin. Hin kesên ku ji aliyê şaneyan ve hatibûn birîndarkirin jî hatin dîtin ku wan ji tirsan nikaribûn berê xwe bidin nuqteyên me yên ewlehiyê û tenduristiyê yên li kampê."

Hesen destnîşan kir, operasyon li gorî plana xwe didome û encamên ku dihatin xwestin pêk tên û got: “Operasyon bi awayekî pir baş didome.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Kampa Holê ya bi deh hezaran malbatên DAIŞê ligel koçberan tê de dimînin, ji 8 beşên sereke pêk tê, ku tê de zêdetirî 60 hezar kes ji Sûriyê, Iraqê û kesên biyanî dimînin. Kampa Holê wek xeternaktirîn kampa cîhanê ye, ji ber ku malbatên çekdarên DAIŞê yên herî zêde radîkal in tê de dijîn.

Bi operasyona ewlehiyê re li kampa Holê, aliyên ewlehiyê bingeha belgeyên kesên di kampê de dijîn, nû dike û armanca ji wê yekê ew e ku hejmar û nasnameya kesên li kampê bê diyarkirin û di pêşerojê de birêxistinkirina kampê bê hêsankirin.