Li Kampa Holê, operasyona li dijî ISÎDê dest pê kir

25 August 2022 16:32 0 dîtin
Li Kampa Holê, operasyona li dijî ISÎDê dest pê kir

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê, qonaxa duyemîn a operasyona li dijî endamên rêxistina terorî ya IŞÎDê hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya xweser ve îro hat ragihandin, hat eşkerekirin ku li dijî IŞÎD’ê, qonaxa duyemîn a operasyonê hatiye destpêkirin û dê operasyon bi navê “Mirovahî û Ewlehî”yê were rêvebirin.

Bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku metirsiya IŞÎDê ya li nav kampê û hewilên revîna malbatên wan, zêdetir bûne. Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Îsal, şaneyên IŞÎDê û malbatên wê yên li dijî niştecihên kampê, 43 çalakiyên kuştin û darvekirinê pêk hatin. Di nav van çalakiyan de 44 kes hatin kuştin û ji wan 14 jê jin bûn û 2 jê jî zarok bûn. Wan, ev çalakiyên xwe bi rêya tifing û demançeyên bêdeng an jî bi rêya alavên tûj dikirin û piştî êşkencekirinê, termên wan dihavêtin nav qenalên avqirêjê da ku ser tawanên xwe bigirin.

Her wiha li kampê, 13 bûyerên revandina niştecihan jî ji aliyê van teroran ve çêbûn. Di heman demê de dema qurbanî di xewê de bûn, kon dihatin şewitandin. Her wiha bi wêrankirina madeyên alîkariyê û amûrên saziyên tenduristî û xizmetguzariyê û gelek rewşên ku dixwestin aloziyê derxin çêdibûn ku dîwarên parastinê yên li derdora kampê rakin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bi zêdebûna gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, çalakiyên  IŞÎDê yên di Kampa Holê de zêde bûne.