Li Kampa Holê operasyona Qonaxa 3yem dest pê kir: Teqemenî û pirtûkên perwerdeya tundrewiyê hatin dîtin
PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku berê jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve, qonaxên 1 û 2 yên operasyonên ewlehîyê hatibûn kirin û nêzî 400 DAIŞê hatibûn girtin, operasyona Qonaxa 3yemîn hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku operasyona ewlehiyê li Kampa Holê dest pê kiriye û di encama lêgerîna li nava kampê de, tevî madeyên teqmeniyê, pirtûkên jinên DAIŞî ku zarokan fêrî tundrewiyê dikin jî hatine dîtin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandiye ku qonaxa seyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê dest pê kiriye.
Operasyon bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgirtiya HSDê û bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê tê kirin.
Hate diyarkirin ku di xebatên lêgerîna kampê de, gelek madeyên teqemeniyê hatine dîtin, herwiha gelek pirtûkên ku zarokên li kampê li ser fikrê tundrewiyê têne perwerde kirin hatine bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin