Hesekê | 6 kes li Kampa Holê kustî hatin dîtin
PeyamaKurd – Li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê di 2 rojên dawî de, 6 kes kuştî hatin dîtin.
Li gor zanyariyên ji aliyê Asayişa Navxwe ya Rêveberiya Xweser ve hatine belavkirin, di 2 rojên dawî de, cenazeyên 6 nişteciyan li nav Kampa Holê hatin dîtin.
Do Çarşemê 6ê Çileya 2021an, ji beşê pêncem ê Kampa Holê, Hêzên Ewlehiya Navxwe hatin agahdarkirin ku ciwanekî Sûrî yê 26 salî ji bajarokê Hecîn, bi navê Mûsa Elî Seîd kuştî hate dîtin, ku 2 gule di serê wî de hatibûn teqandin.
Di heman rojê de li beşê duyem jineke penabera Iraqî, bi du guleyan hatibû kuştin.
5ê vê mehê jî, li beşê penaberên Iraqî li nav kampê, cenazeyên 3 penaberên Iraqî hatibûn dîtin, ku ew jî bi guleyan hatibûn kuştin.
Di heman rojê de jineke Sûrî ji bajarê Helebê hatibû kuştin.
Li Kampa Holê ji 60 hezaran zêdetir niştecî hene. Di nav wan de jî malbatên DAIŞiyan hene û bi awayekî berdewam jî bûyerên kuştinê ji wê kampê derdikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin