Rojava | Li Kampa Holê 3 koçberên Iraqî kustî hatin dîtin
PeyamaKurd – Li kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞî tê de dimînin, 3 koçberên iraqî kuştî hatin dîtin.
Hat ragihandin ku doh koçbera Iraqî Wefa Sibhî Şerîf a 26 salî li beşa 3yan a kampê kuştî hatiye dîtin ku guleyek ji serê xwe xwaribû.
Herwiha 2 koçberên din ên Iraqî, Mihmed Ebd El Hemîd ê 22 salî û Hacer Ebd EL Hemîd a 47 salî jî li beşa 1 a kampê hatin kuşin.
Kampa Holê wek kampa herî metirsîdar a cîhanê tê zanîn ku gelek caran bûyerên kuştinê ji aliyê şaneyên DAIŞê yên hûndirê kampê ve têne encamdan.
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê çend car in li ser rewşa kampa holê bangewaziyê li civaka navdewletî dike ku çareyeke were dîtin û welatên cîhanê jî welatiyên xwe yên DAIŞî werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin