Li Kampa Holê 3 koçberên iraqî hatin birîndar kirin

20 December 2021 01:35 0 dîtin
Li Kampa Holê 3 koçberên iraqî hatin birîndar kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê di beşa sêyemîn a penaberên Iraqê ya kampa Holê de, du kes bi lêdanê û li beşa duyem jî koçberekî iraqî bi guleyekê ji serê xwe birîndar bûn.

Li Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê tê de dimînin, gelek caran koçberên iraqî rastî êrîşan tên û tenê di nav sala 2021ê de, 128 kes li nav kampê hatine kuştin û 44 kes jî birîndar bûne.

Herwiha di êrîşan de 13 deverên kampê jî hatine şewitandin.

Li gorî amarên Rêveberiya Rojava di kampa Holê de 75 hezar û 460 kes dimînin ku di nav wan de 15 hezar û 603 malbatên iraqî û sûrî hene û piraniya wan jin û zarok in.

Dîsa hejmara jin û zarokên DAIŞê jî digihîje 8 hezar û 555 kesan ku ew jî 2 hezar û 529 malbat ji 54 welatên cuda yên cîhanê ne.