Rojava | Li Kampa Holê penabereke iraqî hat kustin
PeyamaKurd - Li kampa Holê ya bajarê Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran malbatên DAIŞê jî tê de dimînin, bûyerên kuştinê berdewam dikin.
Çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD ragihandin ku îro 14ê Îlonê li kampa Holê penabereke jin a Iraqî ya bi navê Îslam Heysem Rezûqî (17 salî) bi çekê hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku penabera iraqî bi guleyên ku li ser û singa wê ketine can daye..

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin