Li Kampa Holê penabereke jin a iraqî kustî hat dîtin

05 March 2021 21:03 0 dîtin
Li Kampa Holê penabereke jin a iraqî kustî hat dîtin

PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bûyerên kuştinê rojane berdewam dikin herî dawî jineke Iraqî ya 20 salî kuştî hat dîtin.
Kampa Holê ji ber hebûna bi hezaran malbatên DAIŞê tê de hene, wekî kampa herî xeter a cîhanê tê naskirin ku gelek caran bûyerên kuştinê lê rû didin.

Hat ragihandin ku herî dawî doh roja Pêncşemê li Kampa Holê termê jineke Iraqî ku bi awayekî hovane hatiye kuştin hatiye dîtin.

Hat zanîn, jina ku hatiye kuştin navê wê Meryem Ehmed Mekhol a 20 salî ye û bi rêya guleyeke di serê xwe de hatiye kuştin.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, derxistina malbatên koçber ji kampê berdewam dike û herê dawî roja Çarşemê Rêveberiya Kampa Holê 261 kesên ji Dêra Zorê ji kampê derxistin û ber bi malên wan ve şandin.

Rêveberiya Xweser li ser kefaleta şêx û rûspiyên herêmê wan malbatan ji kampê derdixe ku bi hezaran malbatên DAIŞîyan jî di kampê de hene û dubare bang li welatan tê kirin welatiyên xwe vegerînin welatê wan.