Cenazeyên koçberên Kurd ên di Kanala Îngilîz de xeniqîn tên vegerandin

13 December 2021 10:40 0 dîtin
Cenazeyên koçberên Kurd ên di Kanala Îngilîz de xeniqîn tên vegerandin

PeyamaKurd –  Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cenazeyên koçberên Kurd ên roja 24ê Mijdara borî di Kanala Îngilîz de xeniqîne, wê li Herêma Kurdistanê bên vegerandin.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî bûyera xeniqîna hejmarek ji koçberan di deryaya navbera Fransa û Brîtanyayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve û Nûneretiya Hikûmeta Herêmê li Fransa raspard, her karekî pêwîst ji bo vegerandina cenazeyê qurbaniyên Kurd ên wê bûyerê.

Fermangehê herwiha eşkere kir, di vê heyamê de, Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve û Nûneretiya Hikûmeta Herêmê li Fransa, bi hevahengî ligel Wezareta Navxwe ya Herêmê û Nivîsgeha Serokwezîr, tevahiya karên pêwîst kirin, ji bo naskirina cenazeyan, bi taybet şandina pencemorên wan welatiyên Kurd ên di wê belemê de bûn. Herwiha hevahengiya wan ya temam bi Wezareta Dad û Wezareta Navxwe û Polîsa Fransa re û tîma lêkolînê ya wê bûyerê de re hebû.

Biryar e di çend rojên borî de, Hikûmeta Fransa bi awayekî fermî nave wan welatiyên Kurd bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ew bi rêkarên pêwîst ji bo vegerandina cenazeyan rabe.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, di çend rojên borî de navên hin wan qurbaniyan di medyayê de hatin belavkirin, lê ew nav bi ti awayekî ne fermî ne û saziyên fermî yên Fransayê jî ew nav piştrast nekirine, piştî temambûna lêkolînan, wê nasnameyên qurbaniyan werin ragihandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike û wan dilniya dike ku ew ê pêwîst be ji bo vegerandina cenazeyên qurbaniyan, wê bike û wê li ser erkê xwe wan terman vegerîne Herêma Kurdistanê.